Mesrur Barzanî bi parêzgerê Helebceyê re axivî û mizgîniya du projeyên girîng da

Mesrur Barzanî bi parêzgerê Helebceyê re axivî û mizgîniya du projeyên girîng da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peywendiyeke telefonî bi Parêzgarê Helebceyê Azad Tofîq re pêk anî û rewşa deverê ya tenduristî û xizmetguzariyan gotûbêj kir. Serokwezîr Barzanî herwiha di pêwendiya telefonî de mizgîniya cîbicîkirina du projeyên girîng li Helebceyê da ku yek ji wan  Pira Tuwequt e û ya din jî Devera Pîşesazî ya Xurekê ye ku li nêzîk tên avakirin.

Mesrûr Barzanî, nîgeraniya xwe ya kûr li hember alozî û êrîşkirina ser saziyên hikûmetê û mal û milkên giştî û welatiyan nîşan da, ku doh hin kesan li Helebceyê û li çend deverên din bi navê xwepêşandanê êrîş kiribûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêkanîna xwepêşandanan bi awayekî aştiyane û şaristanî, mafê welatiyan e, lê şewitandin û têkbirina mal û milkên giştî û welatiyan, tawan e û divê rêkarên yasayî li hember encamderan were cîbicîkirin.

Herwiha Mesrûr Barzanî di peywendiya telefonî de li ser du projeyên girîng ên li sînorê parêzgeha Helebceyê axivî ku yek ji wan projeya Pira Tuwequt e ku ji aliyê Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê ve tê çêkirin, herwiha Devera Pîşesazî ya Xurekê ku desteya veberhênanê encam dide.

Her du proje jî di qonaxa dawî ya amadekirinê de ne û di demeke nêz de piştî rêkarên îdarî, kevirê bingeha her du projeyan dê werin danîn.

Di pêwendiyê de, rewşa tenduristiya parêzgeha Helebceyê û pêngavên rûbirûbûna vîrûsa koronayê jî hatin axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin