PeyamaKurd- Li navçeya Baykanê (Hawêl) ya bi ser bajarê Sêrtê agir bi daristanê ket û bi bandora bayê şewat belav bû. Kesên ku dîtin agir bi daristanê ketiye, xeberê dan cendirmeyan. Tîmên îtfaiyê hatin şandin bo deverê da agir vemirînin. Agir gelek belav bûye û encama wê hêj diyar nîne.
Sedema derketina şewatê diyar nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin