Sam ji bo vegirtina Rojava, amadekariyan dike!

Dîroka weşanê :
Sam ji bo vegirtina Rojava, amadekariyan dike!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Rejîma Şamê dixwaze bi bi hîl û pîlan du bajarên Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Çavkaniyeke herêmî ragihand ku Rejîma Şamê li benda êrîşkirina Tirkiyê ye û wextê ku Tirkiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, Şam jî wê bajarên Hesekê û Qamîşloyê vegire. Ji bo vê yekê Rejîma Şamê gelek çek û leşker derbasî herêma Qamîşloyê kirine.

Di van çend rojên dawî de Tirkiye ji aliyekî ve tehdîdên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde dike û ji aliyekî ve jî hinek çeperên Yekîneyên Parastian Gel (YPG) bombebaran dike.

Li gorî heman çavkaniyê, ji ber ku Amerîka li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê helwesteke zelal nîşan nade, tirsa welatiyên herêmê jî zêde dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin