PeyamaKurd- Rayedarên Îranê ragihand ku ji bo vekirina balyozxane û konsulxaneya Erebîstana Siûdî, heta dawiya hefteyê dê 2 şandên cuda biçin wî welatî.
Rêveberê Giştî yê Kendava Farsê yê Wezareta Karên Derve Elî Riza Enayetî, di daxuyaniya xwe ya di derbarê vekirina balyozxane û konsulxaneya Îranê de ragihand ku şêwirên destpêkê yên bi Erebîstana Siûdî re hatine kirin.
Enayetî bal kişande ser wê yekê ku şanda Îranê di karên xwe yên li Wezareta Karên Derve de gihîştiye qonaxa dawî û got, "Hemû xebatên îdarî bi dawî bûne. Tê çaverêkirin ku şand di dawiya hefteyê de biçe Erebîstana Siûdî."
Enayetî got ku ji bo çalakkirina peymana seferberiya asîmanî ya ku di navbera her du welatan de hatiye destnîşankirin, divê şandeyên teknîkî bi hev re bicivin û got, "Li ser vê yekê biryar hat dayîn ku geştên asîmanî yên navbera Îran û Erebîstana Siûdî ji nû ve bên destpêkirin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahiyan û Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Feysel Bin Ferhan, 6ê Nîsanê li Pekînê civiyabûn û li ser vekirina balyozxaneyên her du welatan, ji nû ve destpêkirina geştên asîmanî yên navbera her du welatan û hêsankirina vîzeyê li hev kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin