Sedr ji bo parastina sînorê Iraq û Sûriyeyê 5 pêşniyarên krîtîk pêşkêş kirin

Dîroka weşanê :
Sedr ji bo parastina sînorê Iraq û Sûriyeyê 5 pêşniyarên krîtîk pêşkêş kirin

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Neteweyî ya Şîeyan, Muqteda el-Sedr, piştî guherînên leşkerî yên li aliyê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, hişyarî da ku dibe valahiyên ewlehiyê rê li ber vejîna tundrewiyê vekin.

Sedr daxwaz kir ku tedbîrên ewlehiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê- Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê werin zêdekirin û piştgiriyeke xurt a lojîstîkî ji bo leşkeran were peydakirin.

Sedr di daxuyaniya xwe de pênc xalên sereke destnîşan kirin; di nav de xurtkirina hevahengiyê di navbera saziyên îstîxbaratî û leşkerî de û ji nû ve birêxistinkirina refên Heşdî Şebî hene.

Rêberê Şîe tekez kir ku parastina sînor ne tenê bi çekan, lê bi peydakirina xwarin, derman û sotemeniyê ji bo hêzên çekdar pêkan e.

Wî her wiha bang kir ku divê nakokiyên siyasî nebin sedema paşguhkirina ewlehiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin