Selahedîn | Çekdarekî Hesda Seibî ji aliyê DAISê ve hat kustin

Selahedîn | Çekdarekî Hesda Seibî ji aliyê DAISê ve hat kustin

PeyamaKurd – Li başûrê parêzgeha Selahedîn, di encama êrîşeke DAIŞê de, çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin û du çekdar jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Duceyl Ebdulezîz Feze ji medyaya Iraqê re diyar kir; di êrîşeke DAIŞê de li ser binkeyeke çekdarên ser bi koma Esayîbê Ehlê Heq, li devera Seyd Xerîb a li başûrê parêzgeha Selahedîn, çekdarekî Esayîb hat kuştin û çekdar jî birîndar bûn.

Li bazgeheke bakurê rojhilatê Bexdayê jî çekdarekî DAIŞê û yekî din, li devereke ser bi navçeya Rutbe ya li rojavayê Enbar hatin desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin