Sentop serdana Leyla Guvenê nake û dixwaze grevê berde

Sentop serdana Leyla Guvenê nake û dixwaze grevê berde

PeyamaKurd - Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Mustafa Şentop ji parlementera HDPyê Leyla Gûvenê xwest ku dest ji girêva birçîbûnê berde.

Şentop di bernameyeke televîzyoneke Tirkiyeyê de diyar kir ku daxwaziyên Leyla Guvenê li ser rewşa Abdullah Ocalan in û got:

“Greva Leyla Guven a birçîbûnê ne ji bo rewşa wê ya şexsî ye û daxwazên wê derveyî aqil in. Divê Leyla Gûven dest ji girêva birçîbûnê berde.”

Şentop li ser bangewaziyên rayedarên HDPê bo serdana Leyla Guvenê jî diyar kir ku ew serdana Leyla Gûvenê nake.

Parlementera HDPê ya Colemêrgê Leyla Gûven ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev 172 roj in ketiye greva birçîbûnê. Herwiha digel Leyla Gûvenê ji 3 hezarî zêdetir girtî û 3 parlementerên din ên HDPê jî di gireva birçîbûnê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin