Serok Barzanî derbarê bûyera Mûsilê da daxuyanîyek da

Serok Barzanî derbarê bûyera Mûsilê da daxuyanîyek da

PeyamaKurd - Serok Barzanî derbarê ferîbota ku li çemê Dîcleyê, li devera Mûsilê welgerîyabû û di encamê da zêdetirî 70 kesî bûbûn qurbanî, daxuyanîyek da û ji kesûkarên wê rûdanê ra sersaxî xwest.

Serok Barzanî bi navê xwedayê mezin û dilovan dest bi peyama xwe kirîye û dibêje, “Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Bi mixabiniyê ve li roja pênçşem 21.03.2019 li encama niqûmbûna belemeke li rûbara Dîcle ya li bajarê Musilê hejmarekî zêdeyê hemwelatiyan bûne qurbanî.”

Barzanî di berdewamîya peyama xwe da ji malbatên qurbaîyan ra sersaxî xwest. “Bi vê xemgîniyê serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî kesukarê qurbaniyên wê rûdana diltezîn û nîştecihên bajarê Musilê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi kesukarên can ji destdanan bibexşê û hêviya başbûnê ji bo birîndaran û peydakirina wendabûyan dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin