PeyamaKurd - Rawengeha ji bo Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, piştî şerê dijwar ê du rojan terorîstên DAIŞê navçeya Behre ya li sînorê Sûriye-Iraqê ku dikeve ser Dêrazorê ji destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derxistiye û gelek kuştî û birîndar hene.
Rêveberê SOHRê Ramî Ebdulrahman derbarê şerê du rojan ê li rojhilatê Sûriyê devera Dêrazorê de got, ‘Herî kêm 47 şervanên HSDê hatine kuştin û 10 şervan jî ji aliyê DAIŞê ve dîl hatine girtin.’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin