PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyên karesata Nexweşxaneya Îmam Husên a li bajarê Nasiriye belav kir û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû alîkariyan nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemû alîkariyên tendirustiyê ji bo nexweşên wê bûyera bajarê Nasiriye pêşkêş bike.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê hevsoziya xwe ji bo nişteciyên parêzgeha Zîqarê nîşan dide û ferman daye Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ku alîkariyan ji bo birîndaran pêşkêş bike.
Şeva borî li Nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li bajarê Nasiriye yê navenda parêzgeha Zîqarê, şewat derket û di encama şewatê de 63 kesan can dan û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin