PeyamaKurd - Partiya Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ragihand, 2 pêşmergeyên wan di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dane.
Partiya Rojhilatî ya bi navê Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ragihandiye, duhî danê êvarê 2 pêşmergeyên wan di bûyereke trafîkê de li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên berdest, duh dema pêşmergeyên wan ê bi navê Lîmo Kerîmî û Zêûs Wekîlî diçûn ser erka xwe di rê de otomobîla wan di navbera gundên Werê û Nuwawe li devera Bêtwate ya bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê wergeriya û di encamê de 2 pêşmergeyên wan, jinek û zilamek, canê xwe ji dest dan û du pêşmerge jî bi giranî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin