PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên navbera hêzên rejîma Sûriyê û muxalîfên çekdar ên cîhadî de, di nav 24 saetên dawî de herî kêm 60 kes ji herdu aliyan hatine kuştin.
Li gorî amarên Rawengeha Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) belav kirine, di şerê gundewarên Idlibê yên dorûbera Lazqiyê de, di şerê navbera artêşa Sûriyê û rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) de 29 leşkerên rejîmê û 30 milîtanên HTŞê hatine kuştin.
Herhiwa li gor SOHRê di bombardimana balafirên şer ên Sûriyê de jî li Idlibê 3 li Xan Şêxûnê jî 6 sivîlan can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin