‘Em Hemû Pêsmerge ne’ ket rojeva Twitterê

‘Em Hemû Pêsmerge ne’ ket rojeva Twitterê

PeyamaKurd – Kurd û Kurdistaniyan li hember hewlên dijî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku li Zine Wertê ji aliyê Hikumeta Kurdistanê ve hatine bicihkirin, kampanyayek li ser medya civakî dane destpêkirin.

Di kampanyaya piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya bi hastaga ‘#EmHemîPeşmergene’ de, bi hezaran Kurd û Kurdistanî peyamên piştevaniyê li ser twitterê belav kirin û hewlên hinek aliyên siyasî yên dijatiya Pêşmerge dikin hatin rûreşkirin.

Bi hezaran bikarhênerên Twitterê peyamên xwe bi taga #EmHemîPeşmergene parve kirin û piştgiriyeke xurt dan Hêzên Pêşmergeyên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku wekî hêzeke yasayî û xwebexşane parastina can û rûmeta gelê Kurdistanê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin