Xurmatû | DAISê bi mosekan êrîsî gundekî kir

Xurmatû | DAISê bi mosekan êrîsî gundekî kir

PeyamaKurd – DAIŞê bi moşekan êrîşî gundekî bajarokê Xurmatû kir.

Berpirsê polîsê Xurmatû Husên Elî diyar kiriye, terorîstên DAIŞê îro danê sibê derdora gundê Yengîce yê Xurmatû dan ber moşekên katyûşa.

Husên Elî herwiha daye zanîn, di wê êrişê de tiştekî bi xelkê gund nehatiye, lê gundi tirsiyane.

Gundê Yengîce 5 km dûrî bajarê Xurmatû ye. Ew gund sala 2014 çend mehan ket destê DAIŞê, lê paşê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin