PeyamaKurd – Berpirsên Tenduristiya Koreya Başûr îro duşemê ragihandin ku testa 116 kesên ji vîrusa koronaya nû Covid-19 baş bûne, car din pozîtîf derketiye.
Koreya Başûr ku li dijî vîrusa korona heta niha li dinyayê yek ji welatên herî serkeftî ye, amadekariya vegera jiyana asayî dikir.
Li gorî berpirsên tenduristiya Koreya Başûr roja Duşemê tenê 25 tûşbûyên nû hatine tomarkirin û metirsî heye kesên ku vîrus di laşê wan de ji nû ve çalak bûye, hejmara nexweşan zêde bikin.
Pispor li ser ji nû ve çalakbûna vîrusa korona li ser kesên baş bûne dibêjin, yan test xetayan didin yan jî hîn vîrus xwe ji nû ve çalak dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin