PeyamaKurd – Tezkereya Serokomariya Tirkiyeyê ya ji bo dema du salan dirêjkirina dema şandina lekeran bo derveyî sînoran ji bo Parlamentoya Tirkiyê hate pêşkeşkirin.
Li gorî tezkereyê tê xwestin ku şandina maweya leşkeran bo Rojavayê Kurdistanê-Sûriye û Başûrê Kurdistanê-Iraqê du salên din were dirêjkirin.
Tê çaverêkirin ku tezkereya bi îmzeya Erdogan hatiye şandin, hefteya bê li parlamentoyê bê gotûbêjkirin û biçi ber dengdanê.
Di tezkereyê de wekî sedema dirêjkirina şandina leşkerên Tirk bo Iraq û Sûriyê hebûna PKK û DAIŞê wekî hincet hatiye nîşandan.
Tê gotin ku PKK/PYD-YPG û DAIŞ hebûna xwe didomînin û li ser ewlehiya Tirkiyê û sivîlan gefê çêdikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin