PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihandin ku di nav 24 saetên dawî de 195 nexweşên koronayê wefat kirine û 30 hezar û 402 kesên din jî pê ketine.
Li gorî tabloya îro 6ê Kanûnê ya rewşa Covid-19 a Tirkiyê, li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 195 nexweşên din mirine û hejmara mirinan bi giştî gihîştiye 14 hezar û 900 kesan.
Herwiha di 24 saetên borî de 30 hezar û 402 kesên din jî bi koronayê ketine û hejmara pêketinan bi giştî bûye 539 hezar û 291 kesan.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser twitterê ragihandiye hejmara nexweşên îro hatine tespîtkirin jî 6 hezar û 93 kes in ku hejmara nexweşên giran jî bûye 5 hezar û 805 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin