PeyamaKurd- Welatiyê Elmanyayê Patrick Kraicker ji ber ku dixwest here Sûriyê û beşdarî refên YPGê bibe, 6 sal ceza xwarin.
Patrick Kraicker welatiyê Elmanyayê ye û 28 salî ye. Kraicker dixwest ku tevlî refên YPGê bibe û di ser Slopya re xwest ku derbasî herêma Rojavayê Kurdistanê bibe. Lê belê li ser tixûbê Tirkiye-Sûriyê di 14ê Adarê de ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hate girtin. Polîsên Tirkiyê Kraicker avêtin girtîgeha Şernexê û piştre jî birine girtîgeha Elezîzê.
Piştî ku Kraicker hate darizandin, bi sûcdarkirina “endamtiya rêxistina terorî û çekdarî” 6 sal û 3 meh ceza standin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin