PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmeta Tirkan Bekir Bozdag, li ser bilindbûna dolar li vî welatî rewşa xwe wiha parast: "Kesên ku dixwazin bi dolar bilîzin û zirarê bidin gel û bêrîka gel û wisa difikirin ku wê bi vî awayî encamên vê hilbijartinê biguherînin xwe dixapînin. Gel lîstik û lîstikvan dibîne. Gel pêlîstok û pêlîstokvan dibîne. Wê firsendê nede wan. Bi îzna Xwedê 24ê Hezîranê wê bibe rojeke nû û bibe destpêka heyameke nû."
Herçiqas Bekir Bozdag, îdîa bike ku hin kes ji derve ve mudaxeleyî dolar dikin û dixwazin hikûmetê bînin xwarê jî, di rastiyê de rewşa vî welatî ber bi xerabiyê ve diçe.
Bozdag diyar kir ku dixwazin aboriya Tirkiyeyê bikeve tengasiyê û wiha nirxandin kir, "Ber bi hilbijartinê va ji bona em wenda bikin wê gelek tiştî bikin. Niha em bi hev ra dibînin ku bi dolar dilîzin. Divê hûn bizanibin ku em ber bi hilbijartina 24ê Hezîranê va diçin û îradeyek heye ku dixwaze bi saya dolar tesîrê li ser welatiyên me çêke, fatûreyê li hikûmetê bibire û tesîra fatûreyê li sandoqê bike. Em vê jî dizanin û rêgezên aboriyê jî baş dizanin. Bi îzna Xwedê aboriya Tirkiyeyê aboriyeke xurt e."
Dolar li Tirkiyê nêzîkî 5 lîreyan bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin