Trump biryara xwe da: “Bac hatin bilindkirin!”

Trump biryara xwe da: “Bac hatin bilindkirin!”

PeyamaKurd- Amerîkayê ragihand ku ew ê baca 6 hezar hilberên ku ji Çînê idxal dikin û bihayê wan bi qasî 200 Mîlyar dolaran e, bilind bikin.

Di nava van hilberên ku baca wan were bilindkirin, tûrik, birinc û hilberên tekstîlê hene. Bi vî şiklî Amerîkayê nîvê malên ku ji Çînê idxal dike, baca wan zêde kir.

Bacên nû, wê di 24ê Êlûnê de derbasdar bibin. Di destpêkê de wê ji %10 bace were standin û ji destpêka 2019an pêde jî ji %25 were standin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin