PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê ji AKPê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu li ser daxuyaniyên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu yên heyama serokwezîrtiya wî bertekeke tund nîşan da.
Davutoglu piştî îtiraf û îfşaatên mafyagerê tirk Sedat Peker di bernameya FOX TV ya Tirkî de, li ser îdiaya Soylu ya guhdarîkirina odeyên wan bertek nîşan da û got, Soylu bi qelaşî derewan dike û wî ligel zavayê Erdogan Berat Albayrak û Binalî Yildirim komplo lî wî kirine ku heta serokwezîrtiya wî bidawî bûye.
Davutoglu dibêje: “Min ti carî qelaşîyeke wekî guhdarîkirina hevalên xwe nekiriye, lê Soylu îftira dike. Polîs û îstixbarat heye, bila serî li MÎTê bide lêkolîn bikin.
Herwiha li wezîrê navxwe yê berê Efkan Ala û Serokomar Erdogan jî îftiriyan dike. Heger ez tiştekî wiha bikim çawa haya Erdogan jê çênebe..? Hûn dibînin peyamê ji Erdogan re dişîne û mekîneyên jimartina pereyan yên dema 17-25ê Kanûna 2015an tîne rojevê.”
Davutoglu behsa komploya ku dema serokwezîr bû ji aliyê Suleyman Soylu, Binalî Yildirim û Berat Albayrak ve li hember wî hatiye kirin kir û têkiliya bi mafyayê re jî îfşa kir:
#AhmetDavutoğlu: Karşımdakiler; Binali Yıldırım, Berat Albayrak ve Süleyman Soylu, birbirlerini yerken beni de çekmeye çalıştılar. Ben o kurtlar sofrasına gelmem. pic.twitter.com/SJhs1nkBdX
— FOX HABER (@FOXhaber) May 26, 2021
Davutoglu got ku ew jî îtiraf dike û wiha pê de çû: “Suleyman Soylu (di bernameya televizyonê de) îtiraf kir komplo li min kirine. Her sêyan jî digot, heger Davutoglu biçe wê piştî Erdogan yek ji me Tirkiyê birêve bibe. Lê di rewşa em hatinê de, hersê jî şerê hev dikin di sifreya guran de û meydan ji mafyayê re ma. Mafyayê jî vê carê got, madem we em bikaranîn, em ê jî ji we hesab bipirsin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin