Wê kabîneya Erdogan li navçeya Xelatê li ber Gola Wanê bicive

Wê kabîneya Erdogan li navçeya Xelatê li ber Gola Wanê bicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê kabîneya hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan, 25ê Tebaxê roja Yekşemê cara ewil li navçeya Xelatê ya Bedlîsê bicive.

Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun, ragihand ku bi boneya salvegera 953yemîn a Serfiraziya Melezgirê wê Erdogan serdana Xelat û Melezgir a Mûşê bike.

Herwiha Altun eşkere kir, roja Yekşemê 25ê Tebaxê jî civîna kabîneyê bi serokatiya Erdogan, li Koşka Serokomariyê ya Xelatê ku li ber perava Gola Wanî hatiye çêkirin, wê bê lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin