Welayetî: Em destûrê nadin li kêleka Îranê 'NATOya Ereb' bê avakirin

Welayetî: Em destûrê nadin li kêleka Îranê 'NATOya Ereb' bê avakirin

PeyamaKurd – Li demeke ku behsa damezrandina NATOya Rojhilata Navîn tê kirin de, Şêwirmendê Karûbarên Navnetewî yê rêberê rejîma Îranê Elî Ekber Welayetî li ser bernameya avakirina saziya NATO ya Erebî li Kendavê axivîb

Welayetî di hevpeyvînekê de gotiye: “Komara Îslamî ya Îranê destûrê nade ku NATO li kêleka sînorê Îranê çalak be”.

Welayetî li ser avakirna NATOyê li Rojhilata Navîn ya bi navenda Îmarat û Urdinê got: “Îmarat û Urdin ti şiyan û pêgeheka wan startejîk a di şer û pevçûnan de nîn e”.

Elî Ekber Welayetî diyar kiriye: “Saziya NATOyê yekîtiyek reşnav e û piraniya bûyerên xirab li cîhanê ji aliyê saziya NATOyê ve têne encam dan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin