PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê belav kir.
Li gorî tabloya 3yê Cotmehê ya wezaretê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê 194 kesên din ji ber koronayê mirin û 27 hezar û 351 kesên din pê ketin.
Herwiha hat eşkere kirin ku 22 hezar 4 nexweş jî baş bûne.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand ser tabloya nû ya koronayê û got, divê ji bo derzîlêdanê lezê bidin xwe û heta xweragiriya civakî ya dijî koronayê çêbibe bi awayekî cidî tedbîran bistînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin