PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan siba an ku di 1ê Mijdarê de diçe payîtexta Tirkiyê Ankara. Li gor ragihandina wezareta xaricî ya Îranê; wê di hevdîtinan de behsa şerê Xezzayê bêkirin. Daxwuyanî wehaye:
“Wê Abdullahiyan bi hemkarê xwe yê Tirkiyê Hakan Fidan re li ser şerê Xezzayê, mijarên din yên di rojevê de û têkiliyên duqolî biaxife.”
Hukumeta Îsraîlê gotibû ku li pişt êrîşên 7ê Cotmehê Îran heye lê Îran vêya red kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin