WSJ:Divê Tirkiye têkiliyên xwe ji Rûsya û Îranê bibire

WSJ:Divê Tirkiye têkiliyên xwe ji Rûsya û Îranê bibire

Rojname ya Amerîka Wall Street Journal ragihand ku Amerîka dixwaze Tirkiye têkiliyên xwe Rûsya û Îranê bibire. Ev şertê normalbûna têkiliyên navbera her dû dewleta ye.

Li gor çavkaniyên Qesra Sipî ku ji çapemeniya Amerîkayê re axifîne, rêvebiriya Trump dest bi xebateka nû kiriye û dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyê re normal bike û destê Tirkiyê û Rûsya-Îranê ji hev veqetîne.

Ragihandin ji aliyê Wall Street Journal de hat dayîn. Li gor nûçeyê, wê Amerîka ji Tirkiyê daxwaza alîkariyê bike ku Îran û grûbên mîlîs yên bi ser wan ve ji Sûriyê derbixe. Di nava kesên têkildar de navên balkêş hene ku Şêwirmendê Netewî yê Ewlekariya Amerîkayê Herbert Raymond McMaster, wezîrê Karê derve yê Amerîkayê  Rex Tillerson û wezîrê parastinê James Mattis hene.

Çavkaniyeka  Amerîkî bo têkiliyên Rûsya û Tirkiyê  weha dibêje: “Rûsya Tirkiye maniple dike. Xwe nêzkirina Tirkiyê bo Rûsya û Îranê li dijî berjwendiyên Tirkiyê ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin