PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Brukselê ji bo sivikirin û rakirina cezayên li ser Sûriyê civiyan. Tê çaverêkirin, nexşeyeke nû ji bo cezayên li ser Sûriyê were danîn.
Hate ragihandin ku di rûniştina Rojhilata Navîn a civînê de, sivikirina qonax bi qonax a dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên ser Sûriyê hate gotûbêjkirin.
Li gorî zanyariyan, wê dorpêçên li ser qadên wekî veguhastin û enerjiyê ku rê li ber avakirina Sûriyeyê digirin bi şert werin rakirin.
Beriya civînê Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê û Alîkara Serokê Komîsyona Ewropayê Kaja Kallasê ragihand ku endamên YE dikarin li ser nexşerêyeke sivikirina dorpêçên li ser Sûriyeyê li hev bikin.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot jî berî destpêkirina civînê got ku ew dê li ser rakirina cezayên ser fînans, enerjî, gihandinê biryarê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin