YSK: Li herêma erdhejê ti astengî li ber hilbijartinan û dengdanê nîne

YSK: Li herêma erdhejê ti astengî li ber hilbijartinan û dengdanê nîne

PeyamaKurd - Şanda Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) ji bo hilbijartinên seroktî û parlamentoya Tirkiyeyê ku tê pêşbînîkirin 14ê Gulanê werin kirin, lêkolînên xwe yên li bajarên herêma erdheja Mereşê bidawî kir.

Piştî lêkolîna şanda YSKê li 11 bajar û 62 bajarokên herêma erdhejê, hat ragihandin ku ti astengî ji bo lidarxistina hilbijartinan, danîna sindoqan û dengdana mexdûrên erdhejê tune ye.

Tê texmînkirin heta niha zêdetirî 3 milyon û 300 hezar welatiyan ji herêma erdhejê koçî bajarên din kirine ku nêzî 1 milyon û 500 hezar ji wan mafê wan ê dengdanê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin