PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy piştî Hollandayê serdana Danîmarkayê kir.
Piştî ku Amerîka çira kesk da Hollanda û Danîmarka ku balafirên şer ên F-16 radestî Ukraynayê bikin, Zelenskiy serdana her du welatan kir.
Zelenskiy piştî Hollandayê berê xwe da Danîmarkayê li Baregeha Hewayî ya Skrydstrup a li başûrê welêt.
Zelenskiy ji aliyê Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen, Wezîrê Derve Lars Lökke Rasmussen û Wezîrê Parastinê Jakob Ellemann-Jensen ve hat pêşwazîkirin.
Frederiksen di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî û got, ew amade ne ku "heta hewce bike" piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomînin. Wî diyar kir, ew ê 19 balafirên şer ên F-16 bişînin welêt û 6 ji wan wê di destpêka salê de rabin.
Frederiksen da zanîn, 8 balafirên din wê di nava sala bê de û 5ên mayî jî di sala 2025an de bên teslîmkirin, Frederiksen ji Zelenskiy re got, "Ji kerema xwe vê bexşînê wekî sembola piştgirîya bêdawî ya Danîmarka ya ji bo têkoşîna azadiya welatê xwe qebûl bike."
Herwiha Frederiksen diyar kir, zêdetirî 70 leşkerên Ukraynayê niha ji bo perwerdeyê li Danîmarkayê ne.
Serokomarê Ukraynayê Zelenskiy jî alîkariyên F-16 yên Hollanda û Danîmarkayê ji bo welatên ku dudil in ku heman alîkariyê pêşkêşî Ukraynayê bikin wek tevgerek "nerazî" bi nav kir.
Li ser pirsa gelo radestkirina F-16 di bin şert û mercan de ne, wekî ne bikaranîna van balafiran li ser axa Rûsyayê, Zelenskiy got, ev mijar nehatiye gotûbêj kirin, lê parastina axa Ukraynayê "armanca sereke ye".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin