PeyamaKurd- Serhengê berê yê FSB Igor Girkin, îdia kir ku pêşbirka hilweşandina Putin li Rusyayê dest pê kiriye û hat diyarkirin ku hevalê Putin Prigozhin, niha bi hevalbendên Wezîrê Berevaniya Rusyayê re di nav şerê desthilatê de ye.
Serhengê berê yê komên alîgirên Rusyayê yê li Donbassê, Igor Girkin, ku bi nasnavê "Strelkov" tê naskirin, îdia kir ku pêşbirka rûxandina Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li Rusyayê dest pê kiriye. Girkin da zanîn ku rayedarên Rusyayê, jixwe di nav gelên derdorê de dest bi şerê siyasî kiriye.
Girkin îdia kir ku hevalê nêzîk ê Vladimir Putin Yevgeny Prigozhin ku fermandarê artêşa taybet a Wagner e, jixwe bi hevalbendên Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu re di nav şerê desthilatê de ye û heger şer berdewam bike, dibe ku Putin ji kar were dûrxistin.
“Dmitry Patrushev, dikare bikeve cihê Putin”
Di berdemamiya îdiayan de hat gotin ku heger hewildana derbeyê ya muhtemel an jî pirsgirêkên tenduristiyê yên Putin çêbibin, dibe ku Wezîrê Çandiniyê yê Rusyayê Dmitriy Patrushev cihê wî bigire. (Dimitry Patrushev ê 45 salî, kurê Nikolai Patrushev ê serokê berê yê yekîneya îstîxbarata Rusyayê FSB ye ku bi dijberiya xwe ya rojavayî jî tê naskirin.)
Her wiha Girkin got ku Prigozhin niha ne tenê wekî fermandarê şer, wekî kesayetek giştî û siyasî jî xwe bi cih dike.
Li gorî îdiayan, li Rusyayê komeke mezin heye ku li dijî wê Yevgeny Prigozhin û Wezîrê Berevaniyê yê niha Sergey Şoygu ne. Prigozhin li dijî koma ku Shoigu serokatî yan jî jê re ye radiweste. Tê diyarkirin ku ev yek dê di pêşerojê de li welêt bibe sedema qeyraneke kûr a hêza leşkerî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin