PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser pêşdeçûnên Çînê axifî û got ku Çîn di gelek waran de bipêş de diçe û eger lezê nedin xebatên xwe, dê Çîn Amerîkayê li pey xwe bihêle. Biden her weha di civîna xwe ya Koşka Sipî de behsa pirsgirêkên bingehîn kir û li ser reqabeta bi Çînê re axifî.
Joe Biden ragihand ku do bi serokê Çînê bi Şi Cinping re 2 siet axifiye û weha got:
“Eger em nekevin nav tevgerê dê Çîn ji me derbas bike. Divê em xwe amade bikin. Dema ez cîgirê serokê Amerîkayê bûm, min Çînê û Cinping baş naskir û em li ser mijarên hevpar axifîn. Em reqabeta navbera her dû welatan baş dizanin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin