PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ragihand ku Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin
Cîgirê Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Rizgar Heme Mihêdîn diyar kir, ku li gorî rêkeftina Komîsyona Parêzgeha Selahedîn û Parêzgeha Silêmaniyê kartên dengdanê yên koçberên Xûrmatûyê ji bo Silêmaniyê hatine şandin û ew li wir dikarin dengê xwe bi kar bînin.
Rizgar Heme Mihêdîn got, di heman demê de koçberên Kerkûk, Neynowa û Enbarê jî dikarin li cihên Herêma Kurdistanê yên ku ew lê dimînin, dengê xwe bi kar bînin û ji bo vê yekê her tişt hatiye hêsankirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin