PeyamaKurd – Dewleta Îranê bi sedema ewlehiya seferan yên bi balafiran, ji bilî telefona berîkê an ku telefona destî, birina cîhazên wekî bêtêl, alavên bangê yên elektronîk qedexe kir ku rêwî bi xwe re bibin nav balafirê û tê de hilgirin.
Li gor ajansa fermî ya Îranê ya IRNAyê, berdevkê dezga hewageriya sîvîl Cafer Yazerlu gotiye ku ji bo ewlehiya seferan, ji bilî telefona destî nabe ku cîhazên elektronîk yên wekî bêtêlê an cîhaza bangî kes bi xwe re bibe nav balafirê.
Yazerlu, ragihand ku heman biryar ji bo beşa ku rêwî lê ne û beşa kargoyê ye jî eyniye û bila kes alavên elekltronîk yên di derveyê telefponê de nebe nav balafirê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin