PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî bi hefteyekê ku 98 tûşbûyên covid19 hatin ragihandin û kesekî jî can da, îro Çarşemê derbarê mijarê de daxuyanî dan.
Erdogan got ku heger ew çend hefteyên dahatî baş birêve bibin û nexweşînê tevî agahdarkirina gel bixin jêr kontrolê tabloyeke baş wê li pêşiya wan be.
Serokomarê Tirk diyar kir ku wî doh wî lîderên Almanya, Fransa û Brîtanyayê re bi telekonferansê hevdîtin kiriye û niha rewşa Almanya û ya Tirkiyê di mijara belavbûna vîrusa koronayê de baştir e.
Erdogan bal kişand ser ku dê bandora nexweşînê li aboriyê jî bibe û ew dê li ser tevdîran piştî hevdîtinên îro bi saziyên pêwendîdar re gotarekê ji gel re pêşkeş bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin