Konsolxaneya Hewlêrê ya Amerîkayê ji bo Newrozê li ser çapemeniya civakî mesajeke bi vîdyo weşand.
Di mesajê de Konsolê Amerîkayê Ken Gross got “Ez Newroza gelê Kurdistanê pîroz dikim û ji her kesî re aşîtî û aramiyê dixwazim.
Ken Gross wiha berdewam kir Newroz cejna Kurdan a kevneşopî ye û destpêka bihareke nû mizgînî dike. Em wekî Kurdistan û Amerîka, jiyaneke pirrengî dijîn. Ji ber Newrozê em dilşad in û ez hêvî dikim ku Newroz ji her kesî re xweşî û aramiyê bîne.
Ji xeynî Ken Gross, karmendên Konsolxaneyê yên dî jî Newroza gelê Kurd pîroz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin