PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, ragihand ku wî ferman daye herêma Donetsk a ku şerên diwjar bi Rûsyayê re rû didin, şênî werin tehliyekirin.
Zelenskiy, da xuyakirin ku wê xelkê Donetskê yê ji herêmê derkeve were qerebûkirin û diyar kir, ew plan dikin heta mehên zivistanê tehliye bidome.
Hêjayî bibîrxistinê ye, herêma Donetsk a Ukraynayê wekî du komarên cuda ji aliyê Rûsya ve hatiye naskirin û niha artêşa Rûsyayê hemû giraniya şer daye ser wê herêmê ku bi temamî ji bin kontrola Ukraynayê derxe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin