Riza Pehlewî: Ji bo têkbirina rejîma Xamineyî ez ê dakevim qadan

Riza Pehlewî: Ji bo têkbirina rejîma Xamineyî ez ê dakevim qadan

PeyamaKurd –  Riza Pehlewiyê ku mîratxurê şahtiya Îranê ye û ji 1979an ve li sirgûniyê ye, li ser hesabê xwe Xê vîdeok belav kir û tê de anî zimên ku ew ê ji bo têkbirina rejîma Xamineyî dakeve qadan.

Banga Riza Pehlewî bi vî awayî ye:

“Rojhilata Navîn, dergûşa şaristaniyan, bi çîrokên qral, pêxember û feylesofên mezin dewlemend e. Ji Kûroşê Mezin heta Mûsa û heta Îbn Xeldûn gelên me hin dîtinên xwe yên herî mezin pêşkêşî cîhanê kiriye. Serkirdeyên wek Enwer Sedat, Qral Huseyîn, Menahîm Begîn, Melik Feysel û bavê min barê lêgerîna aştiyê ji bo gelê me girtin ser milê xwe.

Lê 45 sal in, piraniya me neçar e ku di nav tirsê de bijîn. Ji êrîşa terorîstî ya dîn ditirsin. Ji şer ditirsin. Ji tirsa bêîstiqrariya aborî. Tirsa ji şantajên nukleerî. Ji ber ku welatê min ev 45 sal in di destê rejîmeke tundrew de ye ku armanca wê ne tenê bindestkirina gelê min e, lê belê hewl dide fikren xwe îxracî welatên we jî bike.

Rejîma Tehranê berpirsa kuştina bi sed hezaran mirovên bêguneh e: Îranî, Ereb û Îsraîlî. Xiristiyan, Misilman û Cihû. Di êrîşa 7ê Cotmehê de cih girt. Li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê bû sedema pevçûnên mezhebî. Ew hewl dide ku Padîşahiya Haşimî bêîstîqrar bike û meşrûbûna “Notirvaniya Du Mizgeftên Pîroz” têk bibe. Ew Filistîniyan weke mertalên zindî bi kar tîne.

Niha dergûşa şaristaniya me li ser sînorê şerê herêmê ye.

Îro bi peyamekê ez têm cem we: Ev ne şerê gelê Îranê ye. Ev şer li dijî Xamineyî û rejîma wî ye.

Zalimê li Tehranê şerên xwe bi neteweperestiya Îranê bincil dike. Lê li ser navê miletê me naaxive. Tawanên ku rejîma wî li hember we cîranên me kirine, bêrêzî ye li hember Îranê û nirxên me.

Ji bo me Îraniyan serbilindiya bi milet û hezjêkirina welatê xwe re ne berdêla kîn, dijminatî û şovenîzmê ye.

Welatiyên me car bi car nîşan daye ku ew naxwazin serweta Îranê ji bo gurkirina şer, pêşdebirina bêîstiqrariyê an jî fînansekirina terorê bê bikaranîn. Îranî ne dijminên we ne. Berovajî vê, Komara Îslamî dijminê me yê hevpar e. Dijminê hemû wan gelan e ku li herêma me li aştiyê digerin; ew ji kîjan welat û olê bin jî.

Ez ji bo dostên me yên li Rojhilata Navîn vê dibêjim: Herêma me ya gelek heq dike. Lê ji bo em bi ser bikevin divê pêşî ev rejîma bi dawî bibe ku ev nêzî nîv sedsalê me dîl girtiye.

Rojhilata Navîn alozî û derbeyan baş dizane. Ji ber vê yekê ez dizanim ku çêdibe hûn bitirsin ku guhertin dê kaosê bîne. Lê netirsin. Em ê nehêlin piştî rûxandina vê rejîmê valahiya desthilatdariyê çêbibe.

 

Hevbendiyeke berfereh ji niştimanperwerên Îranî li navxwe û derve heye ku amade ne xizmeta welatê me bikin û aramiyê bi herêma me re misoger bikin.

Min ji hevwelatiyên xwe re got ku ez ê erka xwe pêk bînim.

Li ser banga wan, ez ê derkevim pêş ji bo çavdêrîkirina vê pêvajoyê bi awayekî aştiyane ya demokrasiyê û vegera Îranê bo civaka navneteweyî.

Aşitî ne mîrateya dîrokê ye û ne jî xewnek e ku mirov nagihijê. Ev sozek e ku em pê deyndarê xwe û zarokên xwe ne û em dikarin bi hev re wê bi ser bixin.”

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin