PeyamaKurd - Seroka komîsyona deverên Kurdistanî li Parlementoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand, pêkanîna odeya hevbeş di nav Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêngaveke baş e.
Parlementera Kurdistanê û seroka komîsyona deverên Kurdistanî Ciwan Yûnis Rojbeyanî daye xuyakirin ku pêkanîna odeya hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêngavek baş e. Her rêkeftin ji bo berjewendiyên xelkê deverên Kurdistanî were kirin, tiştekî baş e.
Ciwan Yûnis Rojbeyanî eşkere kir, “Me wezîrê Pêşmerge vexwandiye parlementoyê û dê di çend rojên bê de beşdarî civîna parlementoyê bibe û li ser wê odeya hevbeş agahiyên berfireh bide me.”
Rojbeyanî herwiha got, ew hêvîdar in odeya hevbeş bibe destpêkek ji bo asayîbûna rewşa deverên Kurdistanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin