PeyamaKurd – Wezareta Çandinî û Xurekan a Ukraynayê ragihand ku benderên Mariupol, Berdyansk, Skadovsk û Hersonê heta ku ji nû ve ji bin kontrola Rûsyayê bên derxistin hatine girtin.
Di daxuyaniyê de, hatiye gotin ku ew bender ji hemû keştiyên bazirganî, kargo, veguhestin û rêwiyan re girtî ne ji ber ku ewlehiya wan nehatiye dabînkirin.
Herwiha Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy jî ji bo wan benderên li Derya Reş ketine bin kontrola Rûsyayê hişyariya krîza xurekan bo cîhanê da û got, bi milyonan ton zaxîre dibe ku ji dest biçin û wê ev jî krîza xurekan li Ewropa, Asya û Afrîkayê çêbike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin