PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî, bo bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re bicive, çû Hewlêrê.
Li gorî zanyariyan, Wezîrê Navxwe yê Iraqê di civîna bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê re, wê danûstandinan li ser 2 pirsên sereke bike.
Pirsa yekem, ewlehî û asayişa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ku dixwaze hevahengî di navbera herdu aliyan li wan navçeyan hebe.
Pirsa duyem jî ew e, hejmarek ji fermangehên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê li Herêma Kurdistanê hene û demek e hin pirsgirêk lê hene, Wezîrê Navxwe yê Iraqê wê di derbarê wan pirsgirêkan de gûftûgoyan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin