PeyamaKurd – Rêxistina Aispo, Zankoya Sassarî ya Îtalî û Zankoya Duhokê, peymanek îmze kirin.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Duhokê Dr. Efrasyab Mûsa di civîneke çapemeniyê de diyar kir: ‘‘Peyman di navbera Tenduristiya Parêzgeha Duhokê û Zankoya Duhokê de, li gel zankoya Sassari ya Îtalî hatiye îmzekirin.’’
Ew peyman ji bo sê salan e û di warê pêşvebirina şiyanên perestarî li Zankoya Duhokê de û ew kesên ji beşên perestarî xelas dikin bêhtir bên pêşvebirin ji bo karkirinê di nexwaşxaneyan de û bikarin bi awayekî hemdemî kar bikin û wê pisporên Îtalî li gel zankoya Duhokê alîkariya Tenduristiya Duhokê bikin.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Duhokê da zanîn: ‘‘Li gor wê peymanê, wê perestar bên perwerdekirin heta mijar jî wê bên guhertin ku li gel demê jî hemaheng bibin ku xizmeta nexwaşan di saziyên tenduristiyê de baştir bikarin bikin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin