Serokê Kore: Temamê malzemeyên alîkariyê yên di dest de ne bisînin Tirkiyê

Serokê Kore: Temamê malzemeyên alîkariyê yên di dest de ne bisînin Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokê dewleta Kore ya başûr Yoon, civîna kabîna hukumeta xwe kir û ji temamê wezaretên xwe re fermanê da û ji hukumeta xwe û got:

“Temamê malzemên alîkariyê yên di destê we de ne bişînin ji Tirkiyê re.”

Li gor ajansa Kore ya Başûr Yonhapê; berdevkê serokatiya dewletê Lee Do-woon jî got:

“Niha pêdiviya Tirkiyê bi kon, derman, alavên tenduristiyê û bi jeneratoran heye.”

Berê jî hukumeta Kore gelek tîmên rizgarkirinê şandibû Tirkiyê û wezareta karên derve ya Kore ya başûr teklîfa alîkariyê ya bi 5 milyon dolaran kiribû.

Piştî erdheja li Maraşê wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku niha 10.336 wezîfedarên ji dewletên biyanî çûne Tirkiyê, hene. Heya niha 99 welatan teklîfa alîkariyê ji bo Tirkiyê kirine û ji wan, tîmên 72 welatan li Tirkiyê û Kurdistanê dixebitin.

Fransa, Belçika, Rûsya, Îspanya, Îsrail ve Hindistan ew welatin ku nexweşxanên seyyar danîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin