PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li payîtexta Qatarê li Dohayê bi heyeta hukumeta Afxanistanê re û bi serokê buroya karên siyasî yê Talîbanê Mela Birader û heyeta wî re hevdîtinan kiriye.
Hevdîtina Pompeo bi her dû heyetan re bi sedema hevdîtinên rû bi rû yên her dû aliyan bû. Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Cale Brown ragihand ku muzakereyên bo bidawîanîna şer, bûyerekî ‘dîrokiye’. Berdevk got ku Pompeo bo serpereştên Talîbanê bang kiriye û gotiye ku hevdîtin bo her dû aliyan derfete ku agirbesekî mayînde ragihînin û bigihên çareseriya siyasî.
Brown got ku Pompeo li Dohayê bi serokê konseya bilind ya lihevkirinê ya Afxanistanê bi Abdullah Abdullah re, bi cîgirê wezîrê karên derve Muhammed Atmar û endamên heyetê yên din re civiyaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin