PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li welatê Cezayîrê di encama şewatên ji ber zêdebûna pileya germê derketine de, 15 kes mirin.
Wezareta Navxwe ya Cezayîrê da xuyakirin, ji ber şewatên ku ji ber germahiya zêde derketine, 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 26 kes jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku li 16 wîlayetên Cezayîrê 97 şewat derketine û hezar û 500 welatî hatine veguhestin.
Herwiha ji bo vemirandina agir jî 7 hezar û 500 xebatkar, 350 kamyon û 12 balafir kar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin