PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji ber têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê ew pir dilteng in û ji hêzên ewlekariyê jî xwest ku berpirsiyariya xwe bicîh bînin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerên Silêmaniyê de peyamek belav kir û ragihad: “Em li hember têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê pir dilteng in. Ji bo vê yekê jî em daxwaz dikin demildest teqekirina li hember baregahên partiyan bidawî bibe û hêzên ewlekariyê jî berpirsiyariya xwe bicîh bînin, baregah û navendên hemû aliyan biparêzin.”
Nêçîrvan Barzanî ji hemû aliyan jî xwest ku bi xwînsarî tevbigerin û ji ber gumanên xwe yên derbarê encamên hilbijartinan de jî bi riyên asayî giliyên xwe li cem Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar bikin.
Barzanî ji hemû aliyan xwest asayîş û aramiya civakî ya bajarê Silêmaniyê li ber çav bigrin.
Hêjayê gotinê ye, ku piştî eşkerebûna encamên yekemîn ên ne fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, Tevgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî û Nifşên Nû bi daxuyaniyên cuda diyar kirin, ku di hilbijartinên Silêmanî û Helebceyê de destkarî çêbûye û encam li gorî berjewendiya aliyekê hatine guhertin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin