Ukrayna: 19 hezar û 900 leskerên Rûs hatin kustin

Ukrayna: 19 hezar û 900 leskerên Rûs hatin kustin

PeyamaKurd-Sererkaniya Ukraynayê wendahiyên Artêşa Rûs ên 24ê Sibatê û 14ê Nîsanê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, bi hezaran leşker hatine kuştin, bi sedan maşîn û balafir hatine rûxandin.

Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê, daneyên wendahiyên Artêşa Rûs bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Li gorî daneyên sererkaniyê, ji 24ê Sibatê û heta îro; 19 hezar û 900 leşkerên Rûs hatine kuştin. Di vê pêvajoyê de 160 balafir, 144 helîkopter û 753 tanqên Rûsyayê jî hatine rûxandin. Bi berdewamî hat eşkerekirin ku 1968 maşînên zirxpoşî, 366 top, 122 pergalên roketavêj, 64 pergalên parastina hewayî, 1437 maşîn, 7 keştî, 76 maşînên sotemeniyê û 134 balafirên bêmirov hatine jinavbirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin