PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê yê bo Sûriyê yê taybet James Jeffrey bi heyeta xwe re bo hevdîtinên fermî giha Ankarê. Jeffrey weha ragihand:
“Bo bi hukumeta Tirkiyê re em ê rewşê di ber çav de derbas bikin û heya ji destê me were em ê destekê bidin Ankarê.”
Balafira ku Jeffrey dibir Ankara, siet di 18.40 an de giha Ankara balafirgeha Esenboğayê. Jeffrey piştî ji balafirê daket, bo çapemeniyê şiroveyan kir û got ku îro leşkerên Tirkiyê ku hevkarê Amerîkayê yê di NATO yê de ye, li Idlibê bi tehdîdan re rû bi rû ye û ev tehdîd ji Rûsya û rejîma Esed tê.
Di hevdîtinên Jeffrey yên bi Ankara re, di rojên pêşde dê bi berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın re û bi wezîrê bergiriyê bi Hulusi Akar re hevdîtinan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin