PeyamaKurd – Beriya ku Yekîtiya Ewropa ji bo pakêta nû dorpêçên ser Rûsyayê gotûbêj bike û doktirîna parastinê ya leşekî bi navê ‘Pisulaya Stratejîk’ pêk bîne, Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê YEyê Josep Borell daxuyanî da.
Borell da zanîn ku ew belgeya parastinê beriya du salan amadekariyên wê dest pê kirine û bal kişand ser êrîşa Rûsyayê ya Ukraynayê û got, me ew qet xeyal jî nekiribû.
Herwiha Borell ragihand ku wê Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov jî bi vîdyo konferansê beşdarî civînê bibe û ew dê çawaniya alîkariya Ukraynayê gotûbêj bikin.
Borell bal kişand ser hêza ku Rûsya li ser Ukraynayê bikar tîne û got, “Rûsya gelek tawanên şer dike, divê em vê bibêjin. Tiştê ku li Marîpolê pêk tê tawaneke mezin a şer e. Bêyî cudabûn bombekirin û kuştin divê bi tundî bê şeremezarkirin. Bajarek tê tunekirin, mirov dimirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin