Li Wêransehrê 5 kes birîndar bûn

Li Wêransehrê 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Li navçeya Wêranşehra bi ser bajarê Rihayê, bi sedema arazî di navbera du malbatên mirovên hev de pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Malbatên mirovên hev paşnavên wan Çalışkan û Aşkın li ser arazî munaqeşe kirin û munaqeşeya wan bû pevçûn.

Di pevçûnê de kesên bi navên Mesut, Ömer, Eyüp û Sinan Çalışkan û ji malbata dinê Fatih Aşkın birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê yên 112 an birîndaran birin nexweşxaneya dewletê ya Wêranşehrê.

Hêzên cendirmeyan 4 kesên tevlî pevçûnê bûbûn, xistin binçav.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin