Sedat Peker bo êrîsa ser HDPê: Wê êrîsên mezintir çêbin, dernekevin kolanan!

Sedat Peker bo êrîsa ser HDPê: Wê êrîsên mezintir çêbin, dernekevin kolanan!

PeyamaKurd – Mafyagerê Tirk Sedat Peker ku di demên dawî de mikurhatin û îfşaatên xwe yên ligel berpirsên Tirkiyê belav dike, li ser êrîşa avahiya HDPê ya Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Deniz Poyraz jî li ser twitterê peyamek belav kir.

Peker, êrîşa ser HDPê wekî lîstikekê ya Mehmetê kûr (Mehmet Agar) û derdora wî bi nav kir û îdia kir ku wê êrîşên mezintir bikin.

Peker wiha got: “Dostên minên hêja, mixabin, em ê di rojên pêş de ji êrîşa provokatîf a li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê êrîşên pir mezintir bibînin. Ger hûn bi tecrûbe û dilpakiya min bawer bin, di bin tu şert û mercan de dernekevin kolanan.

Lîstikeke mezin tê kirin. Ger hûn derkevin kolanê, Mehmetê Kûr û merivên wî dê endamên xwe yên nav rêxistinên terorê derxin meydanê û cihê xwe bikin agir.

Tenê nezan, xafil û ehmeq dibin perçeyekî lîstika dijminên xwe (ji kerema xwe ji wan kesên ku ev lîstik çêkirine re xizmetê nekin).”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin